Kovara Çirûskê “Siya Şevê'' Li Ser Muzîkê Hevpeyvînek - Janez Sar
- SIYA ŞEVÊ

- Dec 28, 2025
- 4 min read

-Bingeha muziga we xuya ye ku têgeha “bindestî”yê ye, ji ber ku naverok ji serî heta binî bi janê ye, bi her awayî kasayeta Kurd rê dide; we ev jan çawa ewqasî xweş û baş derxistiye?
Gökçe Selim: Bi rastî em dikarin bibêjin ku me hîn dernexistiye… Bindestî û “jan”a Kurd bi tenê bi zimanekî yan jî bi pênûsekê nayê îfadekirin, ew ê kêm bimîne … Kurd bi muzîka xwe, bi hunera xwe, bi zimanê xwe û bi jiyana xwe, bi her tiştên xwe kêm in, bi tenê jana ku dikşînin ne kêm e, têra xwe heye… Bi her awayî bindestiyeke mezin jiyana Kurd dorpêç kiriye. Di bin vê bindestiyê de yên ku dengê xwe diqetînin, yên ku laşê xwe dişewtînin weke ifadekirina jana bindestiyê ye û vê helwestê rast dibînin… ji ber vé ez dikarim bibêjim ku “Siya Şevê” ji xwe re jî kêm e, ji jana Kurd re jî…
-Em di “Siya Şevê” de li nirxên Kurdewariyê rast tên, Milan Kundera dibêje ku zimanê muzîkê ji netewetiyê bi wêdetir li asta herî jor e,,ji navnetewetiyê jî jortir ; teorisyenê muzîgê Leos Janacek jî dibêje ku, dengê her netewe ne weke hev e ji hev vediqetin. Gelo hûn çi difikirin li ser van dîtinan? - Em dikarin bibêjin ku ev herdu dîtin jî bi hev ve girêdayî ye, ji hev ne dûr in
.. Di hunerê de ya girîng, têgeha gerdûniyê ye.. Exlaq û nêrîna hunerê li gor her mirovî tê guhertin, ji hev cuda ye; carna yek li mirovekî dinêre dinyayê dibîne, carna jî li dinyayê dinêre tê de mirovekî dibîne… Qalibê wê tune ye. “Siya Şevê” bi tevahî muzika Kurdî weke çavkaniyê dibîne gelo? Ger hûn bibînin jî û nebinin jî bi sedemên wê dikarin qal bikin?
Rast e çavkaniyeke mezin e. Di nav muzika klasik a Kurdî de em dikarin raman, hest û armoniyeke mezin bibînin, lê ev çavkanî jî mîna çavkaniyên xwezayî ne…. Em pê dikarin tîbûna xwe ya çandî , tîbûna xwe ya giyanî çareser bikin, lê em nikarin an jî mafê me tune ye ku ji serî heta binî wê biqedînin.. Çawa ku xweza tune be mirov jî tune dibe.. Huner jî mîna xwezayê ye, gerek paqij were girtin û were starkirin… Huner her dem wê ji bo giyanî pêwîst be…
- Hûn ”Siya Şevê” di nav muzîga cihanê de li cihekî çawa xeyal dikin, dikarin vebêjin? - Bi rastî xeyal tiştekî kesane ye, lê di jiyana Kurdan de mixabin xeyal jî divê bibe tiştekî civakî… Ji ber ku astengiyên ku li ber me hatiye danîn hevşêw e…
Xeyalên ku îroj em dibînin eger Kurdeke din nebîne yan jî hûn nebînin ev xeyal, ji xeyaltiyê jî dûrtir e, tiştekî utopîk e... Belê xeyalên me hene carinan em xwe li welatan, li welatên dûr li ser sehneyên mezin an jî di nav organîzasyonên mezin de xeyal dikin, lê em veya han jî dizanin ku Kurd nasnameya xwe, rastiya xwe, heya ku bi dinyayê nede qebulkirin, tiştên ku a niha em dikin wê li hewayê bifirre û here … Ji bo vé dikarim bibêjim ku xeyalên me jî girêdayî ne …
- Guhdarvanên “Siya Şevê” kî ne? Hûn dikarin bibêjin ku, girseyeke me heye û em li ser bingeheke xurt ava bûne?
- Guhdarvanên muzîka Kurdi yên modern hîn em nikarin bibêjin ku gîhiştiye dîmeneke xurt, ji ber ku ji hêla modernîzmê ve Kurd hîn negihiştiye asteke bilind di muzîkê de; ji bo vé jî ne tenê “Siya Şevê”, muzikjenên me hemû girseyên xwe divê bixwe ava bikin û ji xwe a niha tiştên ku tên gotin ji hêla muzîkjenan ve ev e, ev pirsgirêk e…
-Xebatên hunerî illim jî muzîk di atmosfereke wisa kaotîk de çawa dikare xwe xurt bike, misyona muzîkê çi ye li gorî we?
- Ne tenê misyona muzîkê, misyona hunerê bi tevahî û armanca wé afirandin e. Gotineke heye dibêjin: “Ger her tişt xweş û ronî bûya huner peyda nedibû”. Yanî em dikarin bibêjin ku huner ji bo însên heye, însan rastiya xwe, jiyana xwe bi hunerê tîne zimên. Li cihên herî zehmet û zor, huner dibe ronak û ber vedike.. Em bêhna xwe bi hunerê digirin, dikşînin nav xwe û berdidin.. Gotineke din heye “Kesên ku dûrî hunerê dikevin kesên bihereş in” Ji bo wê dikarim bibéjim, mîsyona hunerê afirandina mirovên xweş e…
- Em Kurd ji şêwaza muzîka “Siya Şevê” fahm dikin gelo? Ji ber ku di muzîka we de têgeha bajarvaniyê xwe rê dide, an hûn dikarin qala şêwaza “Siya Şevê” bikin? -
Ev nêrîn berê jî ji bo me hate gotin, me jî xwe wer dihesiband , lê ez a niha bawer dikim ku “Siya Şevê gûndî ye, hîn li kuçe û li kolanên bajêr digere, vala digere… -Hûn ji kîjan stranbêjî , nivîskarî, fîlozofî, fîlmî, bajarî û xwarinê hez dikin? - Stranbêjê ku ez jê hez dikim, bi dehan navan dikarim bibêjim, bi rastî pirr in, lê naxwazim navên wan rêz bikim… Ên Kurd, Turk û biyanî bi dehan hene dikarim vê bibêjim.. Nivîskar : İrvin Yalom, Edgar Allan Poe, Mehmed Uzun Filozof ; Spinoza Film; Old Boy, Baran, Dîwar Bajar : Riha Xwarin ; Xwarin hemû ji bo min yek in, lê dîsa jî dixwazim bibêjim ji donera mirîşka hez nakim…
Hevpeyvîn: Janez Sar
_edited.jpg)






Comments